Malikî: Enqerê çavê xwe berdaya axa Iraq û Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Nûrî Malikî, di hevpeyvîneke xwe bi televîzyona El-Ahad re diyar kir ku çavê Tirkiyê li ser xaka Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Iraqê Nûrî Malikî di hevpeyvîna xwe ya bi televîzyona El-Ahad re li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û pêşhatên navçeyê daxuyaniyek da.

Nûrî Malikî dibêje, "Tirkiyê got ku di sala 2023an de wê axa Împaratoriya Osmanî paş de bistînin û ew jî Mûsil e. Mûsil tevahiya Kurdistanê digire."

Malikî operasyona "Pence-Kilîl" a ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê ya bi hinceta hebûna PKKê ya hem ji bejayî û hem jî ji hewayê ve daye destpêkirin nirxand.

Malikî amaje bi Peymana Lozanê jî kir ku sînorên Tirkiyê destnîşan dike û gelek caran Serokkomarê Tirkiyê Erdogan rexne li wê yekê digire, Malikî destnîşan kir ku “çavsoriyên” Tirkiyê li hember Mûsil û Herêma Kurdistanê hene.

Malikî bi bîr xist ku Erdogan sala borî di daxuyaniyekê de li ser sala 2023an gotibû, "Tirkiye dê di warê aborî, siyasî, serbazî û dîplomatîk de bi hêztir, serbixwe û dewlemendtir bikeve sala 2023an" û Malikî diyar kir ku Tirkiye dixwaze careke din Herêma Kurdistanê û axa Iraqê kontrol bike.

Malikî got, "Peymana Lozanê di sala 2023an de bi dawî dibe û qesta wan jî ew e."

Tirkiye niha li gelek nuqteyên gundewarên navçeyên Zaxo û Amêdiyê yên Duhokê baregeh û xalên kontrolê ava kiriye.

"Ji bo Tirkiye me neke hedef divê PKK raweste"

Malikî derbarê hebûna PKKê li ser axa Herêma Kurdistanê got, “PKKê ji bo şerê Tirkiyê baregehên xwe li nav axa Iraqê ava kiriye. Divê PKK li Tirkiyê nexe ku Tirkiye vê yekê ji xwe re neke hincet û me neke hedef.”

Nûrî Malikî her wiha rewşa heyî aloz bi nav kir û diyar kir ku Tirkiye ne tenê PKK kiriye armanc, her ku diçe kûrtir diçe û bi berdewamî gundên Kurdan û Xiristiyanan û herwiha deverên sivîlan li Duhokê bombebaran dike.

Malikî her wiha got, Kurd hem ji hebûna Tirkiyê û hem jî ji hebûna PKKê li navçeyê nerazî ne.

Li Iraqê xetimîna siyasî

Malikî derbarê pêkneanîna hikûmetê û hilbijartina serokkomar li Iraqê ya ji Cotmeha 2021an ve, bal kişande ser wê yekê ku destwerdanên derve niha di asta herî bilind de ne.

Malikî got, “Me ji Îranê re got ku em naxwazin ti kes destwerdanê bi me re bike û wan jî nekir.”

Malikî bal kişand ser wê yekê ku berî niha jî destwerdan hebûn lê ne bi qasî vê heyamê, pêvajoya siyasî ya niha ya li Iraqê bi destwerdana Tirkiyê ya heta radeyekê mezin û bi bandora Îmaratê xetimiye.