Mêrdîn - Tankerek wergeriya: Miriyek û birîndarek
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê tankêrek wergeriya, kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Li gundê Kertwênê yê navçeya Nisêbînê tankêrek ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.
Hatiye ragihandin ku şofêrê tankêrê Muhammed Miraç Sîdar yê 52 salî canê xwe ji dest daye û kesekî 19 salî yê bi navê Muhammed Yûsûf Imrak jî birîndar bûye.
Timên tenduristiyê Muhammed Yûsûf Imrakê birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.