Şandeya DEM Partiyê li Parîsê bi şêwirmendê Macron re civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) çû Fransayê.
Şandeyê bi serokatiya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Parîsa paytext çend hevdîtinên dîplomatîk pêk anîn.
Di vê çarçoveyê de şandeya DEM Partiyê li Koşka Elyseeyê bi şêwirmendê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Bertrand Buchwalter re civiya.
Daxuyaniya DEM Partiyê
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Hat ragihandin ku şandeyeke wan ji bo hevdîtinên dîplomatîk çûye Fransayê.
Di şandeyê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz û Nûnerê DEM Partiyê yê Ewropayê Eyyup Doru cih digirin.
Civîna li Koşka Elyseeyê
Şandeya DEM Partiyê di çarçoveya serdanê de çû Koşka Serokkomariya Fransayê ya Elyseeyê.
Şande li koşkê bi Şêwirmendê Kar û Barên Ewropa û Tirkiyeyê yê Emmanuel Macron, Bertrand Buchwalter re civiya.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
“Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan, Parlamentera me ya Mûşê Sumeyye Boz û Nûnerê me yê Ewropayê Eyyup Doru ji bo çend hevdîtinên dîplomatîk li Fransayê ne.
Şandeya me li Koşka Elyseeyê bi şêwirmendê birêz Macron, Bertrand Buchwalter re civiya.”
Li hêla din, DEM Partiyê derbarê naveroka civînê de ti agahî belav nekirin.