Nasnameyên 10 şervanên Asayîşê hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Hisîçayê nasnameyên 10 şervanên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê canê ji dest daye eşkere kir.
Şervanên Asayîşê di dema şerê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê di dema şerê bi çekdarên artêşa Ereban a Sûriyeyê de canê xwe ji dest dabû.
Fermandariya Asayîşê di daxuyaniya xwe de got:
"Bi şanazî û rûmeteke mezin, em şehadeta hejmareke lehengên xwe radigihînin ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê canê xwe feda kir."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şehîdan bi xwîna xwe destanek nivîsandiye û nirxên herî bilind ên fedakariyê nîşan daye
Wan heta nefesa xwe ya dawîn ji bo parastina rûmeta gelê xwe û destkeftiyên şoreşê li ser eniyên xwe bi îsrar li ber xwe da."
Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên şervanên Asayîşê bi vî rengî ne:
Ehmed Silêman (Kawa Efrîn): Kurê Ebdo û Hindê ye. 6ê Kanûna Paşîn a 2026an li Şêx Meqsûdê canê xwe ji dest daye.
Ehmed Gelî (Berxwedan Efrîn): Kurê Mihemed û Rebîayê ye. 9ê Kanûna Paşîn a 2026an li Eşrefiyeyê canê xwe ji dest daye.
Enwer Cûma (Çekdar Efrîn): Kurê Mihemed û Emûnê ye. 8ê Kanûna Paşîn a 2026an li Şêx Meqsûdê canê xwe ji dest daye.
Beşar Weqas (Dogan Efrîn): Kurê Nûrî û Fatimayê ye. Kanûna Paşîn a 2026an li Şêx Meqsûdê canê xwe ji dest daye.
Cûma Şêxo (Hemûde Efrîn): Kurê Mihemed û Cenetê ye. Kanûna Paşîn a 2026an li Şêx Meqsûdê canê xwe ji dest daye
Hecî Xelîl (Rodî Efrîn): Kurê Mihemed û Meryemê ye. Kanûna Paşîn a 2026an li Şêx Meqsûdê canê xwe ji dest daye
Hesen Hemo (Fedakar Efrîn): Kurê Cemal û Nûrayê ye. 8ê Kanûna Paşîn a 2026an li Kasteloyê canê xwe ji dest daye.
Xalid Hecî (Cûdî Reşo): Kurê Mihemed û Hacerê ye. 8ê Kanûna Paşîn a 2026an li Şêx Meqsûdê canê xwe ji dest daye.
Zehredîn Hîcazî (Aslan Efrîn): Kurê Ehmed û Zehrayê ye. 6ê Kanûna Paşîn a 2026an li Şêx Meqsûdê canê xwe ji dest daye.
Talib Elûş (Talib Elûş): Kurê Wehîd û Bedîayê ye. Kanûna Paşîn a 2026an li Şêx Meqsûdê canê xwe ji dest daye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn di dawiya peyama xwe de sersaxî ji malbatên şervanan re xwest.