Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'

Qamişlo (Rûdaw) - Malbatên Kurd ên ji Efrînê koçber bûne û li Qamişloyê bi cih bûne, bi hêviya dîtina zarokên xwe yên girtî rojên xwe derbas dikin.

Van malbatan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê daxwaza berdana zarokên xwe kir.

Çîroka Şerîhanê û du zarokên wê

Şerîhan Hesen dayîka du şervanên dîl e ku li Heqil Sewrayê li Reqayê hatine girtin.

Malbata wê di odeyeke dibistanekê de bi 9 kesan dijîn.

Şerîhan Hesen li ser rewşa zarokên xwe got, "Min kurê xwe di vîdeoyeke hikûmetê de dît lê nûçeya keça min hîn nîne. Ez nizanim sax e yan mirî ye.

Ez naxwazim vegerim Efrînê û navê xwe qeyd nakim, ez dê çawa bêyî zarokên xwe vegerim?"

"Doz doza kezebê ye"

Li ber deriyê ofîsa Neteweyên Yekbûyî, bi dehan malbatên dîlan kom bûne. Dayîkên dilşewat pal dane dîwarên avahiyê û çavên wan li rêya nûçeyeke xêrê ne.

Necla Mihemed Elî, dayîka şervanekî dîl e û wê jî bi xemgînî wiha got, "Em dixwazin ew derkevin, me bêriya wan kiriye. Çar meh in min dengê kurê xwe nebihîstiye. Ez nizanim çi bêjim, lê bi rastî gelekî zehmet e."

300 şervan hîn di zindanan de ne

Fermandariya HSDyê berê ragihandibû ku 1,070 şervanên wan li cem hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dîl in.

Ji vê hejmarê heta niha li derdora 800 kesan hatine berdan.

Lê belê hîn 300 şervan di zindanan de mane. Tevî ku biryar bû ew jî werin berdan, heta niha ew pêvajoya berdanê nehatiye pêkanîn û ji bo berdana wan ti dema diyar nehatiye destnîşankirin.