Rêwîtiya li dû guldexwînan: Jîngehparêz li Çiyayê Benîştê ne

Amed (Rûdaw) – Werza şilêr, helale yan jî guldexwînan dest pê kiriye û jîngehparêz li çiya û baniyan li pey dîtina wan digerin.

Yek ji wan derên herî xweş ên ku guldexwîn lê şîn dibin, Çiyayê Benîşt ê li navçeya Erxeniyê ya parêzgeha Amedê ye.

Li pey şopa guldexwînan

Komele û klûbên werzişên siruştî di vê mehê de hema her roj grûpên jîngehparêz dibin û li wan deran digerînin.

Bi taybetî di dawiya hefteyan de bi sedan kes ji bo dîtina guldexwînan derdikevin geşta çiyayî.

Guldexwîn li herêmên çiyayî yên bajarên wekî Wan, Amed, Colemêrg, Bedlîs, Erzirom, Şirnex, Xarpêt, Semsûr û Êlihê şîn dibin.

Ev kulîlk berovajî hemû kulîlkên din, berê xwe dide erdê.

Jêkirina kulîlkekê 700 hezar lîreyî ye

Ji ber taybetmendiya xwe ya kêmwêne, guldexwîn di bin parastina tund de ne.

Birêvebirên jîngehê eşkere kiriye ku ji bo parastina xwezayê, cezayê jêkirin an jî qurmiçandina her guldexwînekê 700 hezar lîreyî ye ku bi qasî 16 hezar dolaran dike.

Beşdarên vê geştê ji bo gihîştina gundê Hecûgan ê li quntara çiyê 65 kîlometre rê bi otomobîlan birin û piştî bêhnvedaneke kurt bi rêya peyatî ber bi lûtkeyê ve meşiyan.

Sembola xemgîniyê û efsane

Li ser guldexwînê gelek efsane û çîrokên gelêrî hene.

Jîngehparêz Neslîhan Yaşar li ser dîroka kulîlkê got, “Li gorî çîrokekê, ji ber ku Ferhat û Şirîn negihîştin mirazên xwe, van kulîlkan ji ber êş û xemgîniyê serê xwe xwar kiriye.”

Her wiha efsaneyeke din qal dike ku dema Hezretî Îsa hatiye çarmîxkirin, Dayîk Meryemê gelekî giriyaye.

Li gorî wê efsaneyê, li wan derên ku hêsirên Dayîk Meryemê lê ketine erdê, ev kulîlk şîn bûne.

Ji ber vê yekê guldexwîn wekî sembola xemgîniya Dayîk Meryemê tê dîtin.

Emrê guldexwînan bi giştî nêzîkî 20 rojan e. Piştî vê demê kulîlk diçilmisin û heta bihareke din xatir dixwazin. Gelek beşdarên ku cara ewil ev kulîlk dîtin, diyar kirin ku dîtina vê bedewiyê ji bo wan gelekî watedar e û bi vê geştê stresa kar a heftane ji ser xwe avêtine.