Gelo Gulistan Doku û Rojwelat Kizmaz bûn qurbaniyên heman planê?
Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Rojwelat Kizmazê daxwaza lêkolîneke hûr û nû li ser dosyeya keça xwe û xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê dike.
Birayê Rojwelat Kizmazê Mehmet Kizmaz ji Êlihê beşdarî bultena Rûdawê bû ûpirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Mehmet Kizmaz di bultena Rûdawê eşkere kir ku gumanên wan ên mezin li ser her du dozan hene û dewletê di dema xwe de erkên xwe bi cih neanîne.
Mehmet Kizmaz diyar kir ku wan ji bo lêkolîneke nû serî li dozgeriyê daye.
"3 rojan sax mabû lê kes neçû hawara wê"
Mehmet Kizmaz anî zimên ku Rojwelat piştî windabûnê 3 rojan sax maye lê kes bi hawara wê ve neçûye.
Li ser pirsa bê wan ji kû derê zaniye ku ew 3 rojan sax maye.
Mehmet Kizmaz ev pirs wiha bersivand:
"Pisporê ku kete otopsiya xwişka min, mi pê re du hevdîtin kirin. Ji bo ku ew jî bibe şahid min xwişkeke xwe ya din jî bi xwe re bir.
Di her du hevîdtinan de jî got `Xwişka we roja sisêyan heta roja yekşemê dora şeveq û nîvroyê sax bûye.` Wî ev yek bi devê xwe got.
Ji ber vê gotinê mê wê demê ev yek neanî zimên, me got bila rapora bijîşkiya dadî derkeve da ku dosyayê neguherînin em sekinîn.
Lê piştre otopsî derket ev nahatibû nivandin. Divê di rapora otopsiyê de kengî jiyana xwe ji dest daye, ew dîrok û dem hebin lê nenivîsandine."
Gumanên li ser dosyeya Gulistan Dokuyê
Gulistan Doku jî xwendekara zanîngehê bû, li Dersimê winda bûbû û heta niha nehatiye dîtin.
Rojwelat Kizmaz û Gulistan Doku li Dêrsimê hevalên hev ên nêzik bûn.
Li ser pirsa "Gelo agahiya Rojwelatê ji windabûna Gulistanê hebû?", Mehmet Kizmaz diyar kir ku ew hevalên gelekî nêzîk bûn.
Kizmaz got, "Dema Gulistan winda bû, min wekî rojnamegerekî ew dosye dişopand. Min ji Rojwelatê pirsî.
Destpêkê wê rê nîşanî min dida, lê çiqad dem di ser Gulistanê re derbas dibû ew dernek holê û sergirtî ma.
Çi qas dem derbas dibû wê nexwest zêde biaxive û jê dûr diket. Psîkolojiya wê xera bûbû.”
Li ser pirsa gelo “Rojwelatê zanibûye Gulistan bi çi rengî winda bûye û destê kê tê de heye? Behsa Parêzgar û kurê parêzgar dikir?” Mehmet Kizmaz wiha got:
"Bi rastî tiştekî wiha ji me re negot, belkî zanibe negotibe ev hemû ji bo me jî pirs in. Lê gotine wiha ti demê ne ji min re ne jî malbatê re nekir.”
Derbarê pirsa bê wan di telefona Rojwelatê de tiştekî balkêş dîtiye an na.
Kizmaz anî zimên ku wan di peyamên WhatsAppê de tiştekî li ser vê mijarê nedîtiye lê ew dîsa jî guman dikin ku dibe ku hinek tişt hatibin veşartin an jî jêbirin.
Ew sedî sed nabêjin ku mirina Rojwelatê bi dosyeya Gulistanê ve girêdayî ye lê ji ber rewşa heyî û nêzîkbûna wan a berê, şika malbatê heye.
Karê wê û pirsgirêkên wê yên derûnî
Mehmet Kizmaz da zanîn ku Rojwelat piştî qedandina zanîngehê 2 salan li Dersimê maye.
Tevî ku ew derçûya zanîngehê bû jî, wê karê mamostetiyê nedikir.
Li gorî gotina birayê wê, Rojwelatê li otelekê firaq dişûştin û bi vî rengî debara xwe dikir.
Derbarê tenduristiya wê ya derûnî de jî Kizmaz eşkere kir ku wê alîkariya psîkiyatrîk distand.
Kizmaz got:
"Ew diçû cem psîkiyatrîstan alîkarî distand. Me dizanibû ku hinek pirsgirêkên wê hene lê me nedizanî ku pirsgirêkeke wê ya ew qasî mezin heye ku wê ber bi mirinê ve bibe."
Mehmet Kizmaz di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew bi teqezî nizanin keça wan hatiye kuştin an wê xwe kuştiye. Ew tenê dixwazin rastî derkeve holê.
Kizmaz nerazîbûna xwe li hemberî saziyên dewletê nîşan da û got:
"Tîmên cendirme û polîsan kamerayên ewlehiyê baş kontrol nekirin. Lêgerîneke 24 saetî nehat kirin.
Em dixwazin ev kêmasî werin lêkolînkirin. Ev ne qedera Dêrsim û Êlihê ye. Çima ciwanên me bi vî rengî canê xwe ji dest didin? "