Saziyên “Piştgiriya Taksîmê” wê derkevin Qada Taksîmê

 

Stenbol (Rûdaw)- Di yekemîn salvegera bûyerên parka Geziyê de çavê raya giştî zîviriye ser aliyên bûyeran. Ji hêlekê saziyên di bin banê “Piştgiriya Taksîmê” de kom bûne doza vekirina parka Gezî û parkên din dikin û dibêjin ku ewê bi van daxwazan di salvegera bûyeran de derkevin Qada Taksîmê. Ji hêla din jî hikûmet bi ti awayî nahêle li Qada Taksîmê û bi taybet li parka Geziyê çalakî bên lidarxistin.

“Piştgiriya Taksîmê” berî salvegera bûyeran, daxuyaniyek da medyayê û banga derketina Qada Taksîmê kir.

Di daxuyaniya de bi taybetî bang li hikûmeta AKPê hate kirin ku li hember daxwazên wan serî li şîdetê nede.