URMIYE - Hêzên îranî 2 kuştî û 7 birîndar dan
Navenda Nûçeyan - Di encama şerekî de li parêzgeha Urmiyê 2 efserên pasevaniya sînor ên Îranê hatine kuştin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê yên ji Rojhilatê Kurdistanê, roja şembiyê 27ê Gulanê li ser sînorê navbera Îran û Tirkiyê yê ku dikeve sînorê bajarê Urmiyê, şerekî çekdarî derket û di encamê de 2 efserên îranî hatin kuştin û 7 serbazên wî welatî jî birîndar bûn.
Çavkaniyên ji Urmiyê ji Rûdawê re dan xuyakirin, ku şer di navbera her sê gundên Koran, Hesenî û Sultanî yên ser bi devera Somay-Biradost a Urmiyê de çê bûye. Derbarê aliyê din ê şer de ti zanyarî nehatiye zanîn.
Medyayên Îranê jî ragihandine, ku hêzên pasevaniya sînor ên wî welatî li sînorê Urmiyê bi gerîlayên PJAKê re ketina nav şer û pevçûnan de û li gorî heman çavkaniyan, di encama pevçûnan de, 2 efserên pilebilind ên wî welatî hatine kuştin û 4 serbaz jî birîndar bûne.
Di medyayên Îranê de nasnameya wan her du kesên kuştî bi wî awayî hatiye aşkerekirin: Mihemedriza Fîrozî xelkê Miyanduavê (parêzgeha Urmiyê) û Cewad Ferehî xelkê bajarê Bonabê (parêzgeha Azerbaycana rojhilat).
Aliyê Îranî derbarê zirarên aliyên din ên şer de ti zanyarî nedaye. Herwiha PJAKê jî li ser wê bûyerê ti daxuyaniyek neweşandiye.