Çekdarên Artêşa Azad 4 endamên PDK-Sê bi awayekê demkî girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê, çekdarên Artêşa Azad û hêzên Tirkiyê 4 endamên PDK-S girtin û piştî 24 demjimêran ew serbest berdan.

 

Çavkaniyekê ji Efrînê, taybet ji Rûdawê re ragihand, ku doh 27ê Gulanê, demjimêr 10:00ê sibehê hêzeke ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ku hêza çekdar a opozisyonê ye, ligel hêzekê ji serbazên Tirkiyê, gundê Maratê dorpêç kirin.

 

Bi gotina heman çavkaniyê, wan hêzan piştî dorpêçkirina gundê Maratê, dest bi pişkinînê li nav gund kirin û mal bi mal lêgerîn û pişkinîn encam dan.

 

Bi gotina wî çavkaniyê, di encamê de hêzên opozisyonê û yên Tirkiyê 4 kes girtin, ku her 4 kes jî endamên Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) bûn.

 

Çavkaniyê navborî nasnameya kesên girtî aşkere kir û got, her yek ji Elî Yaqûb Îbo, Mihemed Yaqûb Îbo, Ehmed Heydo û Omer Betal ku muxtarê gund e, ji aliyê hêzên Artêşa Azad û serbazên Tirkiyê ve hatin desteserkirin, lê piştî 24 demjimêran ew 4 kes hatin berdan.


Piraniya axa herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara îsal ve ketiye bin kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, ku ji 20ê Çileya îsal ve êrişeke berfireh bo ser wê herêmê dabûne destpêkirin.