Nêçîrvan Barzanî di sala 1991an de: Em miletek in dikarin xwe birêve bibin
Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî di sala 1991 dibêje dive em bo cîhanê îsbat bikin ku em gelek in pabendî yasayê ne.
Nêçîrvan Barzanî di videoyekê de di sala 1991ê de ku bi destê Rûdawê ketiye dibêje: "Ez hêvî dikin ku em bikarin nîşanî cîhanê biden ku em miletekîn dikarin xwe bi rêve bibin û çarenivîsa xwe diyar bikin, em gelek in ku pabendî yasayê ne û naxwazîn yasayê binol bikîn.”
Nêçîrvan Barzanî di vê gotara xwe de bi giştî tekeziyê li ser yekrîzî, parastina yasayê, avedankirin û xwendinê dike.
Videoya gotara Nêçîrvan Barzanî serokê hilbijartî yê herêma kurdistanê bi helkefta salvegera damezirandina PDK di roja 16 Tebaxa 1991 li Duhokê tê pêşkêşkirin wê demê ji aliyê Nûrî Bamernî ve hatiye tomarkirin û pêşkêşî Rûdawê kiriye.
Di vê kernevalê de li bajarê Duhokê Nêçîrvan Barzanê dibêje: “Em dixwazin destê xwe bidene hev bo avedankirina welat. Em dê careke din vegerin ser gundên xwe û rûbirûyê her kesê bibin ku bixwaze gundên me wêran bike.”
Barzanî li pêşiya xelkê Duhokê bo bicîkirina yasayê dibêje: “Em dixwazin bi hevkariya we nîşanî cîhanê bidin ku em miletek in dikarin çarenivîsa xwe diyar bikin û xwe bi rêve bibin û em dê pabendî yasayê bin û em naxwazin yasayê binpê bikin.”
Di wê kernevalê de ku “Leşkerê Şoreşgêr yê Kurdistanê” ku nave hêza pêşmerge ya PDKê bû di şoreşa Gulanê de nemayîşeke leşkerî kirin û Nêçîrvan Barzanî behsa xwendinê kir û got: "Hêvî dikin bikarîn karekê bikîn ku zarokên me biçin dibistanê û di paşerojeke nêzîk de xwe bi zanist û pêşkeftinê çekdar bikin.”
Di wê kernevalê de ku hêj rihê serhildanê di nava dilê xelkê Duhokê de germ e nexweşiyên koça milyonî li bîra wan maye, Nêçîrvan Barzanî dibêje baştirîn garentî bo serkeftina wan yekîtî û biratî û rêkeftin e.