Erebên hawirde li Efrînê xwepêşandan kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojvayê Kurdistanê, Erebên hawirde li dijî muxtarên Kurd xwepêşandanek saz kirin.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî, Erebên hawirde li dijî biryara desnîşankirina muxtarên Kurd li herêma Efrînî xwepêşandanek pêk anîn.

 

Erebên hawirde di xwepêşandanê de daxwaz kirine ku muxtarên Ereb li herêma Efrînê bên destnîşankirin.

 

Encûmena Xwecihî ya Efrînê biryar daye ku ofîsên koçberan li Efrînê bên hilweşandin û li şûna wan muxtarên xwecihî yên xelkê Efrînê karûbarên wan birêve bibin.

 

Li gor zanyariyên ku ji Encûmena Xwecihî ya Efrînê derketine, ev biryar li ser biryareke waliyê Hatayê hatiye derxistin.