Rewşa koçberên Serê Kaniyê li Kampa Waşokanê dijwar e

Hewlêr (Rûdaw) – Di van demên dawiyê de li nav Kampa Waşokanê, ya koçberên Serê Kaniyê, li Rojavayê Kurdistanê, gelek zehmetiyên jiyanê peyda dibin. Nişteciyên wê kampê gazinan ji nebûna dermanan dikin, bi taybetî dermanên nexweşiyên zarokan.

Li Kampa Waşokaniyê kêşeya koçberên Girê Spî û Serê Kaniyê ne tenê nebûna av, xwarin û dermanê şûştin û paqijiyê ye, lê belê bi ser de jî nexweşî arasteyî wan û zarokên wan dibe, ku êdî pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî û bijîşkî heye.

Koçbera bi navê Meryem Sincar dibêje: “6 kur û 4 keçên min hene. Li vê derê jî, ne dermanê şûştinê heye û ne dermanê zarokan heye. Carê em derdikevine derveyî kampê, ji bo ku em çareseriya wan a tendirustî bikin. Ji meh û nîvekê ve, alîkarî rawestiyane. Ne dermanên pakirin û ne tiştek.”

Gazina nişteciyên Kampa Waşokanê ji nebûna dermanên nexweşiya zarokan heye û ev yek ji pirsgirêkên herî sereke ye li nav wê kampê.

Koçber Leyla Ezîz jî diyar kir ku wan zarokên xwe birine ba bijîşk, lê ti sûd jê wernegirtine, ji ber derman li ba wan nemane.

Berpirsên Heyva Sor a kurdî, li nav wê kampê nîşanê bi wê yekê didin ku take navendeke tendirustî li nav kampê heye, êdî têra hejmara nişteciyan nake, ku gihiştiye bêhtir ji 12 hezar kesî, ji wê hejmarê jî, nêzîkî 4 hezar zarokî hene, bêyî ku derman û vaksînên pêwîst, ji bo wan hebin.

Endamê Heyva Sor a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Mehcûb Hiso jî wiha axivî: “Tenê yek navenda tendirustî li nav Kampa Waşokaniyê heye, ew jî têra hejmara nişteciyan nake, ku gihiştiye bêhtir ji 12 hezar kesî. Rojane zêdeyî 25 haletên nexweşiyê rû didin.  Di kampê de nêzîkî 4 hezar zarok hene, lê ti alîkariyek ji bo wan nayê dayîn.”

Kampa Waşokanê, piştî êrîşa Tirkiyê li dijî Serê Kaniyê, 9ê Cotmeha 2019an, bi 12 kîlometreyan, li rojavayê bajarê Hesekê, li bajarokê Twêne, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, hate avakirin.