Li Îdirê kesekî du jinbirên xwe kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Başanê yaparêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî 73 salî 2 jinbirên xwe kuştin.

Li gorî zanyariyan, li gundê Hecî Axa yê navçeya Başanê Mehmet Çakmakçiyê 73 salî ji ber sedemeke nehat zanîn jinbirên xwe Elmas Çakmakçi ya 52 salî û Hatun Çakmakçi ya 60 salî di malên wan de kuştin û ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirina gundiyan, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termên Elmas Çakmakçi û Hatun Çakmakçiyê ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Cendirmeyan ji bo desteserkirina Mehmet Çakmakçi dest bi xebatan kir.