MELETÎ - Havîn e lê ji ber barana gûr lehî rabû
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê piştî baraneke gûr lehî rabû û çendîn xanî, kargeh û dikan di bin avê de man.
Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê baraneke gûr bariya û piştî 2 demjimêran li çend cihan lehî rabû.
Li navenda bajêr ji ber lehiyê rêya sereke ya herêma pîşesaziyê hat girtin.
Her wiha ji ber lehiyê hinek dikan, xanî û otomobîl di bin avê de man.
Li parêzgehên Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê jî ji ber barana gûr li çend gund û navçeyan lehî rabû.
Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Meletî, Dîlok, Mereş, Semsûr, Xarpêt, Dêrsim, Çewlîg, Erzingan, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê dabû.
Keşnasiyê diyar kiribû ku barana gur dê 2 rojan berdewam dike.