Marco Rubio ji Nêçîrvan Barzanî re telefon vekir
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi telefonê axivîn.
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Me pêşhatên Îraq, Kurdistan û herêmê gotûbêj kirin.”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re telefon vekir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser tora civakî ya Xê ragihand:
“Ez spasdar im ji bo pêwendiya telefonî ya îşev a Wezîr Rubio.”
Nêçîrvan Barzanî li ser naveroka pêwendiya telefonî anî ziman:
“Min pêbendiya me ya hevbeş a ji bo aştî, aramî û hevkariya bihêz a di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Amerîkayê de dubare kir.
Min spasiya jidil a ji bo piştgiriya berdewam a Amerîkayê di van salên dawî de ragihand.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser pêwendiya telefonî daxuyaniyek belav kir û anî ziman:
“Di pêwendiyê de her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên stratejîk ên Amerîka û Herêma Kurdistanê kir.
Her wiha behsa hevkariya di warê aborî, enerjî û girîngiya berdewamiya hevahengiya di navbera her du aliyan de ji bo piştgiriya aramiya li Îraq, Sûriye û herêmê bi giştî hat kirin.”
I appreciate tonight’s call from Secretary Rubio, during which we discussed developments in the Kurdistan Region, Iraq, and the wider region.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) May 28, 2025
I reaffirmed our shared commitment to peace, stability, and the strong partnership between the Kurdistan Region, Iraq, and the United…