Li Amedê li goristanan şekir û loqim hatin belavkirin

Hewlêr (Rûdaw)  - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê şekir û loqim li welatiyên ji bo Cejna Qurbanê diçin serdana goristanan belav kir.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî goristanan di nav aramiyê de serdan bikin amadehî temam bûn.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin şekir û loqim dan welatiyên ku diçin serdana goristanan.

Li ber Goristana Yenîkoy Asriyê standek hat danîn, welatî bi qolonye, şekir û loqiman hatin pêşwazîkirin.