Rêveberiya Xweser heta niha ji cotkaran 254 hezar ton genim wergirt

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Komîteya Sîloyan a Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mihemed Hesen ragihand ku miqdara genimê ku heta niha ji cotkarên herêmê hatiye wergirtin, gihiştiye 254 hezar tonî.

Ciwan Mihemed Hesen her wiha da zanîn ku pêvajoya wergirtina genim aji cotkaran berdewam e û bi rengekî rêkûpêk bi rê ve diçe.

Hesen diyar kir ku tê çaverêkirin îsal miqdara giştî bigihêje nêzîkî 300 hezar tonî.

Derbarê sedema kêmbûna berhemê îsal de, Hesen ew bi rewşa nebaş a keşûhewayê û hişkesaliyê ve girê da.