Erzirom - Kana keviran rûxiya: 3 karker mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Oltiyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê di rûxina li kana keviran de 3 karker mirin.
Li gundê Lesbîkê ya navçeya Oltiyê ya Erziromê kana keviran a kevirên oltuyê jê dihatin derxistin rûxiya.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên AFADê, tîmên tenduristiyê û Parêzgarê Erziromê Mustafa Çîftçî û Alîkarê Serokê AK Partiyê Efkan Ala çûn cihê bûyerê.
Alîkarê Serokê AK Partiyê Efkan Ala li ser Nexweşxaneya Dewletê Oltiyê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Efkan Ala zanîn ki karker li cihê bûyerê û 2 karkerên din jî li nexweşxaneyê mirine.