AMED - Demançe di destê zarokan de teqiya: Zarokê 3 salî mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya Amedê, dema du zarokan bi demançeyê dilîstin, di encama teqîna çekê de pismamê wan ê 3 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Şorşibê yê navçeya Çinarê du birayên 10 û 12 salî dema bi demançeya bavê xwe dilîstin, demançe di destê wan de teqiya.

Guleya ku ji demançeyê derket, li serê pismamê wan ê 3 salî M.Ş.E. ket.

Dema kesûkarên wan ên ku dengê çekê bihîst, çûn û M.Ş.E. di nava xwînê de dît.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûnd cihê bûyerê.

Li ser kontrola karmendên tenduristiyê derket holê ku M.Ş.E. jiyana xwe ji dest daye.

Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, tîmên tenduristiyê cenazeyê zarok ji bo otopsiyê bir Saziya Bijîşkî ya Amedê.

Cendirmeyan her du biryan ji bo wergirtina îfadeyan birin qereqolê.