MÛŞ - Dest bi çandina tûtinê hat kirin: Ji 48 welatan re dişînin
Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê tûtinê hinarde dike û tê çaverêkirin îsal 62 hezar ton tûtin were hinardekirin.
Dema çandina tûtina Mûşê ye ku bi kalîteya xwe ya baş tê zanîn û ji 48 welatan re tê hinardekirin.
Karsazên ji Pakistanê li gundê Dêrsimê yê Mûşê beşdarî çandiniyê bûne ku dê payîzê berhemê bibin welatê xwe.
Serokê Yekîtiya Kooperatîfên Bazarkirin û Hilberîna Tûtinê Şehmus Solgun got:
“Me li ser 6 hezar û 500 dekar erd tûtin çandiye û me ji bo firotina berhem bi 8 kompanyayan re li hev kiriye.
Îro ji Pakistanê bazirgan hatine vê derê û wan tûtina me dît.
Ji bo ku em tûtina xwe ya bi kalîte bixin bazara cîhanê di hewlên xwe de berdewam in.”
Tenê li 9 gundên parêzgehê nêzîkî 7 hezar dekar tûtin hatiye çandin.
Tê çaverêkirin ku 3 hezar û 500 ton tûtin bê berhevkirin û milyarek lîre ku dike 25 milyon dolar, dahata wê be.
“Heta dibin şitil 2 meh derbas dibin”
Hilberînerê tûtinê Nîzamettîn Bakan da zanîn:
“Heta dibin şitil 2 meh derbas dibin û me îro dest bi çandiniyê kir.
Beriya wê me her roj av da ku şitil mezin bibin.
Me nêzîkî 10 donim erd tûtin çandiye û em dê meha Îlonê dest bi berhevkirinê bikin.
Em dê îsal tûtina ter bidin kargehê.”
Li gorî amarên Yekîtiya Kooperatîfên Bazarkirin û Hilberîna Tûtinê ya Tirkiyeyê sala borî li parêzgeha Mûşê 120 hezar ton tûtin hatiye hilberandin û 53 hezar ton hatiye hinardekirin.
Îsal tê çaverêkirin hinardeya tûtinê derkeve 62 hezar tonî.