HPG: Eger êriş berdewam bin em dê bersivên tûndtir bidin
Hewlêr (Rûdaw) - HPGyê ragihand li Herêma Kurdistanê de êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li dijî gerîlayên wan zêde bûne û gerîla jî di çarçoveya mafê xweparastinê de çalakiyên bersivdayînê pêk tînin.
HPG êrişên artêşa Tirkiyeyê wekî hewldaneke têkdana pêvajoyê bi nav dike û dibêje eger êriş berdewam bikin ew dê bersivên tûndtir bidin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKyê ye derbarê bipêşketinên dawî yên şer û pevçûnê ligel artêşa Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir.
"Êriş zêde bûne û çekên qedexekirî tên bikaranîn"
HPGyê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê bi taybetî van rojên dawî li rojavayê Zapê ya li herêma Amêdiyê û Metînayê êrişên xwe yên li dijî hêzên wan zêde kirine.
HPGyê îdaa kir ku "bi awayekî berfireh çekên kîmyayî yên qedexekirî" li dijî hêzên wan tên bikaranîn.
HPGyê her wiha destnîşan kir ku tevî pêbendbûna wan a bi biryarên Kongreya 12emîn a PKKyê ya ji bo rawestandina şerê çekdarî, lê wan li hemberî êrişan mafê xwe yê bersivdanê bi kar anîne û di 24 û 26ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirkiyeyê çalakî kirine.
HPG diyar kir ku ew ji ber hestiyarbûna pêvajoyê dîmenên wê çalakiya xwe belav nakin.
Lê beşek ji dîmenên êrişa artêşa Tirkiyeyê li ser medyaya nêzikî PKKyê ANFyê de hatin weşandin.
HPGyê hişyarî da
Hêzên Parastina Gel hişyarî da ku eger êrişên li dijî wan zêdetir bibin ew dê bersivên tûndtir bidin û wiha pê de çû:
"Eşkere ye ku ev êriş ji aliyê hinek derdorên rantparêz û li dû qehremaniyên erzan ve ji bo berjewendiyên takekesî tên kirin, di heman demê de derbarê têkbirina pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye bipêşxistin û ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê ye, destwerdaneke cidî ye.
Ji ber vê yekê em xwedî maf in ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin, hêzên xwe biparêzin û bi awayê herî tund bersiva pêwîst bidin."
Li aliyê din, HPG ragiahand ku kesek bi navê Serhat Ceylan ku ji navçeya Bazîdê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê ye, dema wekî mêvan li cem wan bûye, ji ber nexweşiyeke xwe ya berê canê xwe ji dest daye.
Ev daxuyaniya HPGyê di demekê de ye, behsa wê yekê tê kirin ku li herêma Operasyona Pençe Kilîdê ya liBaşûrê Kurdistanê di çalakiyeke dronî ya PKKyê de 3 ji wan giran 10 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûne.
Serokwekîlê Koma ÎYÎ Partiyê 27ê Hezîranê pêşniyarpirsek pêşkêşî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê kir û xwest bersiva wan îdiayan bide.