Li Semsûrê qeza: 4 mirî û birîndarek
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Semsatê parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn, 4 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li ser rêya navçeya Semsatê û parêzgeha Semsûrê îro du otomobîl li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku şofêrê otomobîlê û 3 kesên di heman otomobîlê de mirine û şofêrê otomobîla din jî birîndar bûye.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Semsûrê.