Salih Mislim: Her gav îhtimal heye kurdên Îranê biteqin!
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê PYDê Salih Mislim eşkere kir ku Îranê ji wan xwestiye di şer de pişta Beşar Esed bigirin lê wan qebûl nekirine.
Hevserokê PYDê Salih Mislim di beşa sêyemîn a hevpeyvîna xwe de digel rojnameya erebî ya Heyatê, ku li Londonê çap dibe, li ser Îranê axivî.
Salih Mislim diyar kir ku wî serdana Îranê kiriye û rayedarên îranî jê re gotine, di şer de pişta Beşar Esed bigire lê wî qebûl nekiriye.
Mislim li ser rewşa kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî got, Îran kurdên Rojhilat pir dêşîne û diguvêşe lewma her gav îhtimala teqîneke civakî û siyasî li wî beşê Kurdistanê heye.
Hevserokê PYDê li ser hevdîtinên xwe bi rayedarên Tirkiyê re jî ragihand, ew ti carî bêyî vexwendin neçûye Tirkiyê.