18 Photos
Hewlêr (Rûdaw) – Şevê din dirêjtirîn heyvgirtina sedsala 21an qewimî û li gor gotina Berdevkê Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê Ejî Çeto heyvgirtin nêzîkî 103 xulek berdewam bû.
Duh bi şev xelkê Kurdistan, Rojhilata Navîn, Efrîqa, Awustralya û Amerîkaya Başûr karîn heyvgirtinê bi temamî û bi awayekî demdirêj temaşe bikin.