Li Kurdistanê nivîsên bo dadgehan dibin elektronî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî da zanîn ku karên elektronîkkirina karên hikûmetê gav bi gav tên kirin û got: “Me ji wezareta dad û navxwe destpê kiriye.”

 

Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî Hîwa Efendî ji Rûdawê re ragihand ku karûbarên elektronîkkirina fermangehên hikûmetê ranewestiya ne û got: “Em gav bi gav kar dikin, me ji fermangehên herdu wezaretên dad û navxwe destpê kiriye, sedem jî ew e ku rojane karekî zêde yê xelkê li wan wezaretan heye.”


Hîwa Efendî ew yek jî veneşart ku karê wan bê pirsgirêk nabe, ji aliyê hinek kesan ve asteng tên çêkirin lê ew wek serpereştyarên teknîkî hewl didin daxuyaniyeke baş bo xelkê bidin ku ew kar di dawî de bo xizmeta tevahiya xelkê ye.


Efendî got: “Li dadgehan daxwaznamenivîs ji vî karî nerazî ne û dibêjin daxwaznameyek ji 2 hezar û 500 dînaran dibe 25 hezar dinar û ew jî ne wiha ye. Ji ber li dadgehan fotokopî û wênegirtin û hejmarek pêdiviyên din hene ku hemû dike zêdeyî 10 hezar dînar, tişta em jî bizanin niha ligel kompanyayekê gotûbêj heye daku ew ‎‎25 hezar dînarên daxwaz kirine were kêmkirin bo kêmî 20 hezar dînar, bi vêna jî ew cudahî gelekî kêm dibe. Kar jî tên elektronîkkirin û careke din dema karekî welatiyan hebe wan pereyên zêde nadin, tişta em pêşbînî dikin berî dawiya îsal nivîs bo dadgehan dibin elektronî.”


Pêngavên elektronîkkirina karên hikûmetê di kabîneya heştem a hikûmetê de destpêkirin, biryar e di vê kabîneyê de bikevin ware cîbicîhkirinê.