Amerîkayê ceza bi ser 'bikujên Hevrîn Xelef' de sepand

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ceza bi ser wê grûpa bikuja siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef de sepand. Serokê Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê jî dibêje, ev pêngavek e ber bi radestkirina bikujan bo dadweriyê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Gencîne ya Amerîkayê çekdarên grûpa bi navê Ehrar el Şarqiye, “kuştin, revandin, îşkence û destbiserdegirtina mal û mulk jî di nav de, taybetî jî li dijî Kurdên Sûriyê gelek tawan kirin.”

Herwiha Wezareta Gencîne ya Amerîkayê bi tawana “destdirêjiya li dijî xelkê sivîl” ceza bi ser du serkirdeyên wê grûpê sepand ew jî Fermandarên Grûpa Ehrar El-Şerqiye Ehmed Îhsan Feyyad El-Hayis ku bi Abû Hatim Şeqra tê naskirin, li gel pismamê wî Raêd Casim El-Hayis ku bi Je’fer El-Şeqra tê naskirin.

Ev grûpa çekdar bi terorkirina Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef tê naskirin û wezareta navborî tekez dike, ev çekdar “kuştina Hevrîn Xelef jî di nav de xwedî qeydeke binpêkirina mafên mirovan e.”

Li gor raporta Ofîsa Çavdêrîkirina Pişkên Biyanê ya ser bi Wezareta Gencîne ya Amerîka (OFAC), bi taybet wê grûpê hejmareke mezin ji sivîlên Kurd girtine, îşkence kirine û kuştine, herwiha mal û milkên Kurdan talan kirine.

Serokê Partiya Pêşerojê Îbrahîm el Kaftan ji Rûdawê re ragihand, ew pêşwazî li vê biryara Amerîkayê ya li dijî grûpa çekdar dikin, lê daxwaz dikin karekî zêdetir di vê mijarê de bê kirin.

Îbrahîm el Kaftan got, “Bêguman ji aliyê endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û civaka navdewletî ve pêşwazî li vê biryarê tê kirin. Ev pêngavek e ji bo girtina bikujan.”

OFAC herwiha dibêje ku wê grûpê hejmarek ji çekdarên DAIIŞê tevê refên xwe kirine û bi vî awayî jiyana Kurdên wan navçeyan zehmetir kirine.

Îbrahîm el Kaftan daxwaza sepandina ceza bi ser hikûmeta Tirkiyê de jî dike ku bi gotina wî, piştevana grûpa Ehrar el Şarqiye ye û dibêje, “Me her tim bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku van bikujên di bin serpereştiya Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê (Hulusî Akar), Serokomarê Tirkiyê (Recep Tayyîp Erdogan) û Serokê berê yê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Nasir Herîrî, dadgehî bikin.”

Bi gotina Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, Serokomarê Tirkiyê Erdogan çend roj berî kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef bi çekdarên wê grûpê re peywendî pêk anî.

Siyasetmedara Kurd bi awayekî hovane hat qetilkirin

Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef roja 12.10.2019an li ser rêya di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de di otomobîla xwe de rastî êrişeke grûpên çekdar hat.

Hevrîn Xelef ku bi xebatên xwe yên di warê mafên mirovan û komkirina grûpên ciyawaz ên Sûrî di bin sîwanekê de dihat naskiriin, bi awayekî hovane hat qetilkirin û li gor rapora otopsiyê, berî ku bê qetilkirin, Hevrîn Xelef ji aliyê wan çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi tundî hat îşkencekirin, bi erdê re hat kaşkirin û lingê wê hat şikandin.

Hevrîn Xelef, xelka herêma Dêrikê bû û endezyar bû. Di adara sala 2018an de, Partiya Sûriyeya Pêşeroj hatibû damezirandin û Hevrîn Xelf weke Sekretera Giştî ya wê partiyê hatibû hilbijartin.

Qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef di demekî de bû ku Tirkiyê êrişeke berfirfeh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û di encamê de dest danî ser bajarên Serê Kanî û Girê Spî û ev yek jî jibilî kuştina xelkê sivîl û talankirina mal û milk, bû sedema koçberbûna bi sed hezaran Kurdan.

Ceza bi ser girtîgehên rejîma Sûriyê de jî hatin sepandin

Li aliyê din ev sizayên Amerîkayê saziyên girêdayî rejîma Sûriyê yên wek îstîxbaret û girtîgehan jî li xwe digire.

Ofîsa Çavdêrîkirina Pişkên Biyanê ya ser bi Wezareta Gencîne ya Amerîka (OFAC) ceza da ser 8 zindan ên Hikûmeta sûriyê û 5 berpirsên emnî yên hikûmetî ku rêveberiya wan girtîgehan dikin bi tometa  binpêkirina mafên mirov û kuştina zindaniyên siyasî û gelek zindaniyên din.

Li gorî wê saziyê ji despêkirina xwenîşandanên li dijî hikûmetê li wî welatî bi hezaran kesên Sûrî li wan girtîgehan hatine binçavkirin, ji wan 14 hezar kes hatin kuştin û bêhtir ji 130 hezar kesan heta niha windayî ne û çarenivîsa wan ne diyare, tê pêşbînî kirin ku piraniya wan hatine kuştin an bê dadgeh hatine girtin , bê ku ti peywendiya wan bi malbatên wan re hebe.

Rêveberê Ofîsa Çavdêrîkirina Pişkên Biyanê ya ser bi Wezareta Gencîne ya Amerîka Andrea M.Gacki got ku aliyên binpêkirin li dijî xelkên sivîl ên Sûriyê kirine, dê wan aliyan ji sîstema darayî ya navdewletî bêpar bike.

Dezgehên Istixbaratên Sûriyê yên ku navê wan di lîsta OFAC de hatiye: Şaxên Istixbaratan yên 215, 216, 227,235, 248 û şaxê 290 ne.

Kesên ku ceza bi ser wan de hatine sepandin;

 Serokê Istixbaratên Leşkerî, Kîfah Mulhime berpirsê şaxê 248e

Wefîq Nasir, Fermandarê Şaxê 290ê Istixbaratên leşkerî ye

Asif EL-Deker, serokê Şaxê Istixbaratên Leşkerî li Dibistana Rahênanê

Moulhem, Nasser, Al-Deker, and Habib are being designated pursuant to

Serokê Istixbaratên Giştî Şaxê 251, Ehmed El-Dîb