Li Edîrneyê 38 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyeyê, doh 38 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Edîrneyê, di çarçoveya xebatên rêgirîkirina qaçaxçîtiya koçberan de li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê operasyon kir.

Di operasyonê de li ser sînor 38 koçberên ku welatiyên Iraq, Sûriye, Efxanistan û Mexrîbê bûn hatin desteserkirin.

Tîman, koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edîrneyê kirin.