Li Rihayê di qezayekê de ji malbatekê 6 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê yai parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek ji rê derket û li dîwarê navbera rê da û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Otomobîla şofêrê wê Cengiz Ediz îro li ser Cadeya Îpekyoluyê ya li navçeya Xelîlîyê ji rê derket û li dîwarê navbera her du rêyan da.
Di encama qezayê de 6 endamên malbata Ediz ên di otomobîlê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 6 birîndar veguhestin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.