Koçyîgît: Heta Tirkiye demokratîk nebe pirsgirêka Kurdan çareser nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku divê komîsyona ku dê li Parlamentoyê were avakirin tenê çekdanînê nehewîne û ji bo avêtina gavên demokratîk jî bixebite.

Koçyîgîtê amaje bi şewata daristanan jî da û got, “Berpirsê herî mezin ê van şewatan hikûmeta AKPyê ye ku tedbîran nagire.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li ser komîsyona ku dê li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin û şewata daristanan a li gelek parêzgehan konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

Koçyîgîtê diyar kir ku navên ku dê DEM Partî ji bo komîsyonê diyar bike eşkere bûne û got, "Wekî Serokwekîla Koma Kordînator ez, Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç û Cengîz Çîçek em dê di vê komîsyonê de bixebitin"

Koçyîgîyê her wiha ragihand ku dê vê hefteyê bi awayekî fermî navan diyar bikin.

“Heta Tirkiye demokratîk nebe pirsgirêka Kurdan çareser nabe”

Koçyîgîtê destnîşan kir ku divê komîsyon ne tenê komîsyoneke teknîkî be û divê ji bo avêtina gavên demokratîk jî bixebite û wiha axivî:

"Di civîna dawî ya bi Serokê Parlamentoyê re, hem me, hem CHPyê û hem jî bi giştî mixalefetê got ku divê komîsyon ne tenê komîsyoneke teknîkî be û tenê ji bo meseleya çekdanînê nebe.

Sedemên kûr ên pirsgirêka Kurdan li vî welatî hene. Heta ku ev sedemên kûr neyên axaftin û Tirkiye demokratîk nebe pirsgirêka Kurdan jî çareser nabe.

Ji ber vê yekê, hem me û hem jî CHPyê diyar kir ku divê ev komîsyon xwedî perspektîfeke demokratîkbûn û aştiyê be û bi nêzîkatiyeke ku pirsgirêkan bi awayekî mayînde çareser bike bixebite.

Di vî warî de mixalefet li ser demokrasiya giştî xwedî lihevkirin û nêzîkatiyeke hevpar e."

“Yaseyên ku derdikevin di berjewendiya sermayeyê de ne”

Koçyîgît bi bîr anî ku li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê pêşniyarqanûna "Yasaya Avhewayê" ya ku di warê enerjî û madenan de sererastkirinan dihewîne hatiye qebûlkirin û ev tişt gotin:

"Me ji bo ku ev her du yase neyên qebûlkirin têkoşîn da. Lê belê têgihiştina piraniyê guh neda ti hişyariyên me; ne guh da civakê, ne pisporan, ne saziyên civakî yên sivîl, ne jî mixalefetê û bi hejmara tiliyan yaseyên ku dê daristan û xwezayê tune bikin ji parlamentoyê derbas kir.

Em bi pratîkeke Meclisê ya desthilatdariyeke ku karê havînê li ser tunekirina xwezayê dike re rû bi rû ne.

Me wê rojê jî got, yaseyên ku hûn derdixin; xwezayê û qadên jiyanê tune dikin.

Lê wan guh neda û îro em van yek bi yek dijîn. Ev yaseyên ku derdikevin di berjewendiya sermayeyê de ne.

Em dixwazin balê bikişînin ser wê yekê ku ev yaseyên bazirganî ne û ji bo ku hemû mevzûat di berjewendiya sermaye û şirketên madenan de bê guhertin hatine derxistin.

Ji ber vê yekê divê em careke din ji vir diyar bikin, dijminatiya herî mezin a AKPyê li dijî xwezayê û gel e.

Îro eger ev qas şewatên daristanan derdikevin, eger qadên kesk ji bo avahiyan tên vekirin, eger mafên li peravan li şûna gelê ku li wir dijîn ji şirketên turîzmê re tên pêşkêşkirin, eger bi biryarnameyên di hukmê qanûnan de hemû dewlemendiya welêt ji 3-5 şirketên sermayeyê re tê dayîn, berpirsê vê yekê desthilatdariya ku li kêleka sermayeyê ye bi xwe ye."

“Berpirsê herî mezin ê şewatan hikûmeta AK Partiyê ye”

Koçyîgîtê her wiha diyar kir ku şewat ne "qeder" in û berpirsê herî mezin desthilata AK Partiyê ye û got:

“Çavkaniyên bi milyonan lîreyî yên welêt dişewitin û dibin xwelî.

Têgihiştineke ku li benda wê ye em ji van hemûyan re bibêjin qeder û bi awayekî xwezayî pêşwazî bikin, derdikeve pêşberî me û bêyî ku daxuyaniyeke rast bide hewl dide van tiştan normal bike.

Beriya her tiştî em careke din bibêjin, girêdana berpirsyariya van şewatan tenê bi krîza avhewayê û zêdebûna germahiyê ve yek ji neheqiyên herî mezin e.

Berpirsê herî mezin ê van şewatan hikûmeta AKPyê ye ku tedbîran nagire. Saziyên ku tedbîran nagirin û wezaret bi xwe ye.”

“Em bi krîzeke mezin a bêdewletiyê re rû bi rû ne”

Koçyîgîtê li ser lehiya li Qersê wiha got:

“Li navçeya Qaxizmanê ya Qersê ji ber baranê lehî rabû. 8 gundên me zirareke mezin dîtin, xanî û stargehên heywanan zirareke mezin dîtin.

Teseliya me ya tekane ew e ku ti ziyanên canî çênebûne.

Lê belê êdî divê ji bilî nebûna ziyanên canî, zindiyên din ên ku ji holê radibin jî bên hesibandin.

Di serî de Duranlar, Keşkiran, Yaglîca, Kuruyayla û Gungendî 8 gund zirar dîtin.

Em dibînin ku ji bo telafîkirina vê zererê dîsa gundî seferber bûne û hewl didin bi alîkarî û piştevaniyê pêvajoyê derbas bikin.

Dîsa AFAD nîne, dîsa dewlet nîne. Em bi krîzeke mezin a bêdewletiyê re rû bi rû ne.

Saziyên rayedar serê xwe dixin binê xîzê, hema bêje di kêliya yekem de xuya dikin lê pişt re kes naşopîne. Kes ziraran telafî nake.

Li kêleka gundî û gel bûn nîne. Em tenê bi aqilekî re rû bi rû ne ku hewl dide bi duakirina li ser medyaya civakî pêvajoyê xilas bike.

Lê belê berpirsyariya dewletê ew e ku tedbîran bigire, gelê me jixwe dua dike.

Em bang li saziyên rayedar dikin ku ne dua bikin, bibin îcrakar û pêdiviyên peywirên xwe bi cih bînin.”