AMED – 2 rojnamevanên amerîkayî hatin girtin

Navenda Nûçeyan – Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê li Amedê 2 rojnamevanên ji Amerîkayê binçavkirin.

 

Li gorî agahiyan 2 rojnamevanên amrîkî ji bo bûyerên Licê û Farqînê bişopînin çûbûn wê herêmê, lê herdu rojnamevan ji aliyê polîsên Tirkiyeyê hatin girtin.

 

Hat gotin, peyamnerê Vie Newsê yê bin navê Jake Hanrahan, kameravanê wî Philip Pendlebury û wergêrê wan hat girtin û ji bo lêpirsînê ew veguhestin Rêveberiya Ewlekariya Amedê.

 

Rojnamevanên amerîkayî duhî li Amedê hatibûn girtin û hêj derbarê wan de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

 

Beriya niha jî tîmên Rêveberiya Ewlekariya Amedê rojnamevana hollandî Frederike Geerdink girtibû û piştî li hemberê vê yekê bertekan zêde bibûn polîsan ew serbest berda bû.