Li Erdexanê qezaya trafîkê: 3 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, wesayîtek wergeriya û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Bûyer îro li ser rêya Erdexan li nêzîkî zanîngehê qewimî.
Li gorî agahiyan, wesayîta ku A.K.O. diajot ji kontrolê derket û wergeriya.
Di qezayê de ajokar û du kesên din ên tê de bûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê her sê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê.