TURKSATê weşana kanalên Kurdî rawestand

Navenda Nûçeyan – TURKSATê weşana çend kanalên Kurdî da rawestandin.

 

TURKSATê îşev weşana 10 kanalên Kurdî weke Jiyan TV, Zarok TV, Hayatin Sesî TV, Van TV da rawestandin


Endamê Lîjneya Bilind a Telîzyon û Radyo (RTUK) ragihand ku weşana kanalên Kurdî di çarçoveya Biryara Qanûna di Hûkmê (KHK) de li ser satelata TURKSATê hatin derxistin.


Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî derbarê vê biryarê de daxuyanî da.


Di daxuyaniya HDPê de wiha hat gotin:


“Desthilatdariya AKP-Saray weke li her qada dixwaze di aliyê medayayê de jî dengên cuda bifetisîne. Çend kanalên weke Azadi TV, Denge TV, Jiyan TV, Hayatın Sesi, TV 10, Van TV, Zarok TV ji satelata TURKSATê hatine derxistin. Di hesibînin ku dê bi astengkirina weşana kanalên Kurdan, Elewiyan û demokratan bikarin me. Ew dîsa xafil dibin. Dengê weşana azadî nayê birrin.”


Heta niha ji aliyê televizyonan daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.