Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Kongreya Amerîkayê Trent Franks derbarê gefên Iraq, Tirkiye û Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê de ragihand, Koşka Spî û Serok Trump dê li dijî hemû hewlên bo dorpêçkirina Kurdistanê rawestin.
Kongrêsmanê amerîkî yê ji Partiya Komarî Trent Franks îro pênşemî di bersiva pirsyareke Rûdawê de behsa helwesta Amerîka li ser gefên her sê welatên Iraq, Îran û Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê kir û got: “Koşka Spî û Serok Trump dê gelek aciz bin û dê li dijî hemû hewlên bo dorpêçkirina Kurdistanê rawestin.”
Franks herwiha destnîşan kir: “Serok Donald Turmp bi ti şêweyekê rê nade dorpêça ser Kurdistanê û dê li dijî her pêngaveke bi vî şêweyî bisekine û dê gelek hêrs bibe.”
Rûdawê pirsyar li Trent Franks kir, ku gelo Amerîka dê çi bike li bermaber dorpêçkirina Herêma Kudistanê û wî bersiv da: “Ez bi xwe û herwiha Kongre jî em bi tundî li dijî wan pêngavan in.”
Franks ku weke kesekî nêzîk li Donald Turmp û rêveberiya Amerîkayê tê naskirin, herwiha got: “Donald Trump bi ti şêweyekê bi vî karî razî nabe, Donald Trump dê gelek gelek hêrs bibe eger ku her hewlek ji aliyê her welatek û ji her cihekê ve hebe bo dorpêçkirina Kurdistanê weke cezakirinek li hember karekî demokatîk ku Kurdistanê kiriye.”
Trent Franks ji eyaleta Arîzonayê endamê Kongreya Amerîkayê ye û ji bilî ku weke kesekî nêzîk li rêveberiya Trump tê naskirin, dostekî Kurd li Waşingtonê ye jî.
Di roja 25ê Îlona 2017ê de, dema ku xelkê Başûrê Kurdistanê mijûlî dengdanê di referanduma serxwebûna Kurdistanê de bûn, kongrêsman Trent Franks li Waşingtonê mijûlî amadekirina projeyasayekê bû, daku pêşkêşî Kongreya Amerîkayê bike, ji bo ku Amerîka piştgirî li mafê diyarkirina çarenivîsê yê Kurdistanê bike.
Piştî encamdana referandumê, her yek ji Iraq, Îran û Tirkiyê dest bi hewlên hevbeş bo xistina dorpêçan li ser Herêma Kurdistanê û gefkirin li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse