Li Rihayê qeza: 2 mirî
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da.
Li ser rêya Riha-Dîlokê otomobîla ku şofêrê wê Ridvan Demir bû ji rê derket û wergeriye.
Di encama qezayê de şofêr Ridvan Demir û Emine Kiliça di otomobîlê de canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Termê Demir û Kiliçê ji bo karên otopsiyê veguhastin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.