Li Qersê xizman bi çekan êrişî hev kir û 5 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dîgorê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê di şerê bi çekan ê di navbera xizman de 5 kes birîndar bûn.
Bûyer li bajarokê Bazarcixê yê Dîgorê qewimî.
Di navbera du malbatên ku xizmên hev in de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Nîqaş di demeke kurt de mezin bû û veguherî şerê bi çekan.
Di şer de M.E. û ji aliyê din U.E., T.E., A.E. û E.E. birîndar bûn.
M.E.yê ku bi guleyan ji lingê xwe birîndar bûbû li Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê tê dermankirin.
Birîndarên din jî veguhastin Navenda Lêkolîn û Sepandina Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafqasê.
Polîs û cendirmeyan Piştî bûyerê li wî bajarokî tedbîrên ewlehiyê yên tund wergirtin.