Nasnameyên 7 şervanan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 7 şervanan eşkere kirin ku di demên cihê de û li cihên cuda canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 5 ji wan şervanan di êrişeke şaneyên DAIŞê de li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê di daxuyaniya xwe de ragihand:

"5 ji şervanên me di encama êrişeke tirsonek a şaneyên çeteyên DAIŞê de li rojhilatê Dêrezorê şehîd ketin.

Her wiha şervanekî din di berxwedana li hemberî êrişên komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de li dijî Dêr Hafirê şehîd ketiye. Şervanekî din jî ji ber nexweşiyê şehîd ket."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her 7 şervanan wiha ne:

Nasnav: Reşo

Nav û Paşnav: Husam Elî El Ebdulah

Navê Dayîkê: Zehra

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayîkbûnê: Hesekê

Reşo 25ê Îlona 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye

Nasnav: Rustem

Nav û Paşnav: Damên Hesen El Damên

Navê Dayîkê: Sûriya

Navê Bav: Hesen

Cihê Jidayîkbûnê: Keleha El Hadî ya Rojhilat

Rustem 25ê Îlona 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Nasnav: Şiyar

Nav û Paşnav: Ebdulselam Hemed El Nasir

Navê Dayîkê: Cewhera

Navê Bav: Hemed

Cihê Jidayîkbûnê: Til Koçer

Şiyar 25ê Îlona 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Nasnav: Zagros

Nav û Paşnav: Îmad Emîn Ebûd

Navê Dayîkê: Zozan

Navê Bav: Emîn

Cihê Jidayîkbûnê: Til Eswed

Zagros 25ê Îlona 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Nasnav: Zagros

Nav û Paşnav: Mecid Nayif Hiwêca

Navê Dayîkê: Meha

Navê Bav: Nayif

Cihê Jidayîkbûnê: Til Koçer

Zagros 25ê Îlona 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Nasnav: Deştî Amanos

Nav û Paşnav: Mistefa Yûsif Henan

Navê Dayîkê: Fetihiya

Navê Bav: Yûsif

Cihê Jidayîkbûnê: Efrîn

Deştî Amanos 25ê Îlona 2025an li Qamilşloyê ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest daye.

Nasnav: Çavşîn Hesekê

Nav û Paşnav: Nayif Mihemed Dîb El Nayif

Navê Dayîkê: Ferîda

Navê Bav: Mihemed Dîb

Cihê Jidayîkbûnê: Heleb

Çavşîn Hesekê 23yê Îlona 2025an li Dêr Hafirê canê xwe ji dest daye.