DÎLOK - Kesekî pêşî jina xwe û paşê xwe kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li Dîloka Bakurê Kurdistanê mêrekî piştî nîqaşa bi jina xwe re, ew bi çekê kuşt û paşê jî bi heman çekê dawî li jiyana xwe anî.
Li gorî agahiyan bûyer li Taxa Karşiyakayê ya Dîlokê qewimî. Saît Kurt ê 30 salî, li mala birayê xwe, li gel hevjîna xwe Îpek Kurt a 24 salî ya ku di qonaxa jinberdanê de bû û demek bû li wê malê dima nîqaş kir.
"Nîqaş veguherî kuştinê"
Piştî ku nîqaş veguherî şer, Saît Kurt jina xwe da ber guleyan paşê jî bi heman çekê xwe kuşt.
Li ser agahdarkirinê gelek polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat zanîn ku Saît Kurt li cihê bûyerê miriye. Îpek Kurt a ku giran birîndar bûbû, ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamîlê hat veguhastin.
Hat eşkerekirin Îpek Kurt tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û li nexweşxanê canê xwe ji dest da.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.