Bafil Talebanî: Civîna li Pîrmamê gelekî baş bû

Hewlêr (Rûdaw) - Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku îro bi serokatiya Bafil Talebanî civiya.

 Çavkaniyekê ji Mekteba Siyasî ya YNKyê ji Rûdawê re ragihand ku beşa herî zêde ya civînê ji bo naveroka civîna Pîrmamê hatibû terxankirin.

Serokê YNKyê ji endamên Mekteba Siyasî re gotiye: "Civîna min a li Pîrmamê gelekî baş bû."

Naveroka civîna Pîrmamê hat eşkerekirin

Serokê YNKyê bi hûrgilî naveroka civîna xwe ji bo endamên Mekteba Siyasî ya YNKyê re eşkere kir ku taybet bû bi pêwendiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKyê de, avakirina kabîneya nû ya hikûmetê û hilbijartinên Parlamentoya Îraqê.

Çarenivîsa kabîneya nû bi gotûbêjên dahatû ve girêdayî ye

Li gorî zanyariyên Rûdawê, mijara avakirina kabîneya dehem an jî bipaşxistina wê ji bo piştî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, bi gotûbêjên paşerojê yên di navbera PDK û YNKyê ve girêdayî ye.

Rêbaz Bêrkotî: Divê hevsengî di dabeşkirina postan de hebe

Endamê Serkirdatiya YNKyê Rêbaz Bêrkotî di dema beşdarbûna xwe ya di bultena saet 16:00an a Rûdawê de got: "Civîna Pîrmamê lûtke û erênî bû. Pêwîst e gavên avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê leztir bibin."

Bêrkotî derbarê dabeşkirina postên serokatiyê de ji Rûdawê re got: "Divê di dabeşkirina postan de hevsengî hebe."

Rojeva sereke ya civîna îro ya Mekteba Siyasî ya YNKyê, ku saet 11:00an dest pê kiribû, avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û amadehiyên YNKyê yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bûn.