Cengîz Çandar: Ji bo vegera PKKyiyan divê projeyasa were rojeva parlamentoyê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar ragihand ku piştî bidawîbûna qonaxa guhdarîkirinê, divê Komîsyona di qonaxa duyem de ji bo vegera endamên PKKyê yên çekên xwe danîne, amadehiyên yasayî bike û projeyasayan bîne rojeva parlamentoyê.

Siyasetmedar Çandar got, "Komîsyon mecbûr e di vî warî de projeyasayan amade bike û bîne parlamentoyê."

Cengîz Çandar li Amedê, bersiv da pirsên nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci yên derbarê xebatên Komîsyonê.

"Armanca sereke ya Komîsyonê"

Çandar bibîr xist ku armanca sereke ya avakirina Komîsyonê ew e ku bingeha yasayî ji bo pêvajoya çekdanînê were avakirin û wiha got:

“Armanca avakirina vê Komîsyonê jixwe ew bû ku bingeha yasayî ya pêvajoya çekdanînê ya ku bi bûyera Şikefta Cesenayê ya 11ê Tîrmehê hatibû sembolîzekirin were avakirin.”

"Du gavên girîng: Yasaya vegerê û guhertina yasaya înfazê"

Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku bingeha yasayî du xalên sereke li xwe digire û got:

"Yekem, 'yasaya vegerê' ye. Yanî vegera endamên PKKyê yên ku çekên xwe danîne û dê çekan bi kar neynin û tevlîbûna wan a nav jiyana civakî û siyasî ya li Tirkiyeyê.

Duyem jî, guhertinên ku dê di yasaya înfazê de werin kirin ji bo vegera girtiyên li girtîgehan û kesên li sirgûnê, bi taybetî li Ewropayê ku ji ber sedemên rêxistinî wekî derveyî hiqûqê xuya dikin."

"Dema pêşbînîkirî: Çiriya pêşîn an çiriya paşîn"

Çandar da zanîn ku gotinên Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş ên derbarê bidawîbûna qonaxa guhdarîkirinê de nîşan didin ku ew nêzîkî van gavan bûne û wiha domand:

"Parlamento di 1ê Çiriya Pêşîn de vedibe. Muhtemelen di nav meha çiriya pêşîn de, herî dereng di çiriya paşîn de divê ev pêşnûma werin pêşiya parlamentoyê.

Pêşî li benda me amadehiya projeyasaya vegerê û anîna wê ya parlamentoyê heye. Meseleya yekem ev e."