Li zanîngehên Rêveberiya Xweser beşên nû hatin vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li zanîngehên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 11 beşên nû hatin vekirin.

Ji bo sala nû ya akademîk a 2025-2026an, li zanîngehên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 4 fakulte, 6 beş û şaxeke nû ya peymangehê hatin vekirin.

Zanîngehên Rojava, Kobaniyê û El-Şerq ku dê 19ê Çiriya Pêşîn deriyên xwe ji xwendekaran re vekin, bi van beşên nû derfetên perwerdeyê berfirehtir dikin.

Li Zanîngeha Kobaniyê 3 fakulteyên nû

Zanîngeha Kobaniyê di sala nû de bi sê fakulteyên nû xwendekaran pêşwazî dike.

Fakulteya Endezyariyê ya Çandiniyê û Fakulteya Zanistên Civakî dê cara yekem xwendekaran wergirin.

Fakulteya Zanistên Civakî ji beşên Jineolojî, Dîrok, Felsefe û Civaknasî (Sosyolojî) pêk tê.

Her wiha Peymangeha Zimanê Îngilîzî ya girêdayî zanîngehê jî îsal wekî Fakulteya Zimanê Îngilîzî hat mezinkirin.

Zanîngeha El-Şerqê bi fakulteyek û beşeke nû bi pêş dikeve

Zanîngeha El-Şerqê jî ji bo sala nû Fakulteya Veterîneriyê (Beytarî) vekiriye.

Li kêleka wê, li Fakulteya Zanistên Tibî jî beşa Ebetiyê hatiye zêdekirin û dê îsal xwendekaran wergire.

Li Zanîngeha Rojava 5 beş û peymangeheke nû

Zanîngeha Rojava jî Peymangeha Tenduristiyê tê vekirin. Peymangeha ku berê girêdayî Desteya Tenduristiyê bû, dewrî zanîngehê hatiye kirin û hatiye mezinkirin.

Li peymangehê beşên Hemşêretî,  Anestezî,  Dermansazî, Beşa Lezgîn, Tîrêj (Radyolojî), Taqîgehên Bijîşkî (Laboratuar) û Dermankirina Fizîkî dê xwendekaran qebûl bikin.

Peymangehên xweser jî şaxên nû vedikin

Ji bilî zanîngehan, li herêmê çend peymangehên xweser jî xebatên xwe didomînin û di sala nû de şaxên xwe li bajarên cuda vedikin.

Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê li bajarên Qamişlo, Hisîça (Hesekê), Kobanî û Helebê (Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyeê) îsal jî bernameya xwe bidomîne.

Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn a li Hisîçayê ku bi xebatên xwe yên hunera jinan balê dikişîne, di sala xwe ya duyemîn de xwendekarên nû qebûl dike.

Her wiha Peymangeha Bilind a Hunerê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) jî ku par li Dêrikê hatibû vekirin, dê îsal şaxeke xwe ya nû li Kobaniyê veke.