Li Rihayê zarokekî 12 salî di kanala avdanê de xeniqî
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 12 salî ket kanala avdanê û tê de xeniqî.
Li gorî zanyariyan îro, Emîr Bozkurtê 12 salî navçeya Wêranşarê ket kanala avdanê û piştî demekê di kanalê de winda bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û Tîma Lêgerîna Binavê ya Rihayê çûn cihê bûyerê.
Tîman piştê xebatê termê Emîr Bozkurt ji kanala avê derxist.
Tîmên tenduristiyê term ji bo otopsiyê bi Saziya Tibê ya Dadî ya Rihayê.