Pêşmerg gihîşt Rihayê

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê ku diçin Kobaniyê, ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê birê ketin.

Peyamnêrê  Rûdawê ji Balafirgeha Hewlêrê ragihand ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê biçin Kobaniyê îşev ji Hewlêrê dê biçin Balafirgeha Rihayê ya GAPê.

Di dimenan de tê xuyandin ku moralê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bilind e.

Hêzên Pêşmergê ji bo piştevaniya Kobaniya 40 roj in rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dorpêç kiriye pêşiye dê biçin Rihayê û ji wir jî dê derbasî Kobaniyê bibin.