Galeriya wêneyan

28-10-2016
16 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AA

 

Keçeke 25 salî ya xelkê Brazîlê ku bi rêya medyayên civakî kurekî ji navçeya Herran a Bakurê Kurdistanê nas kiribû, bû bûka Kurdistanê û ji bo berdewamîan bi jiyana xwe berê xwe da Bakurê Kurdistanê û li bajarê Herranê bicih bû.

 

Navê wê keça brazîlî Cheyeme Silveire Soler (Sara) ye û temenê wî 25 salî ye û xwandevana zanîngehê ye.

 

Piştî ku bi rêya medyayên civakî, xortê bi navê Mehmut nas dike, her du biryar didin ku bi hev re bizewicin û ji ber wê yekê jî Sara dest ji her tiştê xwe berdide û ji Brazîlî berê xwe dide Bakurê Kurdistanê, da ku bi evîndarê xwe re bizewice.

 

Merasîma daweta wan her du cuwanan, li Taxa Erdemlî ya Herranê birêve çû.

 

Herran navçeyeke dîrokî yê Bakurê Kurdistanê ye ku nifûsa wê ji pêkhateyên Kurd û Ereb pêk tê.