HESEKE - Bi sedama barana zêde ziyanên madî gihiştin welatiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema barîna barana zêde, li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, ziyanên madî gihiştin hinek navçeyan û rêjeya avê bilind bû.
Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku di herdu rojên borî de, li parêzgeha Hesekê, bi taybetî navçeya Til Birak, baraneke zêde bariya.
Li gorî belavoka baranê ya wezareta çandiniyê li Sûriyê, di 2 rojên borî de, li parêzgeha Hesekê, bi taybetî li navçeya li Til Birak, rêjeya barîna baranê gihişte 28 melîmetreyan.
Zanyariyên belavbûyî nîşan bi wê yekê dane ku, rêjeya xurtbûna ava Çemê Xabûr gihişte 60 metre 3 goşe, herwiha xurtbûna ava Çemê Ceqceq jî gihişte 25 metre 3 goşe, di yek çirkeyê de.
Di encama barîna zêde de, newalên navçeyên Til Temir û Çiyayê Ebdil Ezîzê tijî av bûn, ew av jî tevlî Çemê Xabûr dibe.
Di herdu rojên borî de baraneke zêde li Parêzgeha Hesekê bariya.