VÎDEOGRAFÎK – DAIŞ çawa dihat birêvebirin

Hewlêr (Rûdaw) – Rexistana DAIŞê bi armanca avakirina dewleteke nû li ser axa Iraq û Sûriyê hat avakirin.

DAIŞ li ser navê ola Îslamê di heyama çend salên borî de li Iraq, Sûriyê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê komkujiyên mezin pêk anî, bi taybetî li dijî Kurdên Êzidî.

Çekdarên DAIŞê her cîhên girtine wêran kir û bû sedema bi hezaran kuştina kesan û koçber bûne.

Armanca DAIŞê bi gotina wan avakirina dewleteke îslamî bû lê hejmareke zêde ya Kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê kuştin û revandin.

Xelîfeyê DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de û bi alîkariya îstixbaratî ya hêzên Kurd li parêzgeha Idlib a Sûriyê hate kuştin.

Di vê vîdeografîkê de çawaniya rêveberiya DAIŞê tê nîşandan.