Li Silêmaniyê qezayeke dijwar, 3 kes mirin
Silêmanî (Rûdaw) - Li Silêmaniyê otomobîleke Mercedes qeza kir û di encamê de 3 kes mirin.
Qeza vê sibehê li nêzîkî Nexweşxaneya Şarê qewimî.
Şahidekî bûyerê ji Rûdawê re ragihand ku otomobîla ku qeza kiriye Mercedes bûye.
Heman şahidê qezayê got, “Otomobîlê bi lezeke mezin pêşî li kûçikekî xist û paşê jî rê derket û qulibî.”
Dîmenên ku ji Rûdawê re hatine şandin nîşan didin ku otomobîl bi temamî perçe perçe bûye.