BOKAN - Xwendekarek ji ber lêdana mamosteyekî li nexweşxaneyê hat razandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, mamosteyekî bi tundî li xwendekarekî xist û ji ber wê yekê xwendekar rakirin nexweşxaneyê.
Li dibistana seretayî ya kuran a Bahunerê ya li navenda bajarê Bokanê doh alîkarê birêvebir bi tundî li xwendekarekî pola 6an xist.
Xwendekarê bi navê Arwîn Pertewyan piştî ku vedigere malê, tenduristiya wî têk diçe û ser û stûyê wî diêşin û malbat wî dibe nexweşxaneyê.
Bavê Arwîn Pertewyan şeva duşemê ji nexweşxaneyê vîdeoyekî kurê xwe belav kir û da zanîn ku bi awayekî hovane li kurê wî hatiye xistin û ew ji ber vê yekê li beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyê hatiye razandin.
Bavê Arwîn Pertewyan xwest ku lêpirsîn li wî mamosteyî bê kirin û bê cezakirin.
Berpirsên Nexweşxaneya Giştî ya Bokanê ragihand ku rewşa tenduristiya wî xwendekarî baş e û wan ew ji beşa çavdêriya hûr biriye beşa giştî.
Arwîn Pertewyan roja sêşemê li ser nivînên nexweşxaneyê behsa sedema lêdanê kir û diyar kir, ji ber ku ew û xwendekarekî din pev çûne, alîkarê dibistanê bi tundî li wî xistiye.
Qaymeqamê Bokanê Xeşayar Senetî jî ragihand ku dosyeya lêpirsînê li ser bûyerê hatiye vekirin û heta ku desteya lêkolînê ya li ser binpêkirinên îdarî û her wiha dadgeh li ser dosyeya wî biryarê bidin mamoste bi awayekî demkî ji kar hatiye dûrxistin.