Dezgeha Mayînan: Welatî tabelayên hişyariya mayînan difiroşin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Kar û Barên Mayînan a Herêma Kurdistanê Cebar Mistefa ragihand ku îsal hejmara kesên ku ji ber teqînên mayînan mirine zêde bûye.

Cebar Mistefa got, “Welatî tabelayên metirsiya mayînan wekî hesin difiroşin, eger ew tabela dar bin jî di zivistanê de dişewitînin.”

Serokê Dezgehê ji Rûdawê re axivî û got, "Ji destpêka îsal ve 26 bûyerên teqîna mayînan çêbûne.

Di wan bûyeran de 10 kes mirine 16 kes jî birîndar bûne. Mixabin îsal rêjeya mirinê ji ya par zêdetir e û ev yek li gorî pêşbîniyên me nebû."

Li gorî amaran sala 2023yan 23 kes û sala 2024an jî 8 kes ji ber teqînên mayînan miribûn.

 “Tabelayên hesinî difiroşin, yên dar dişewitînin”

Cebar Mistefa sedema zêdebûna qurbaniyan bi dizîna tabelayên hişyariyê ve girê da û got:

“Welatî tabelayên hişyariyê radikin û wekî hesin difiroşin. Me tabelayên xwe ji dar çêkirin lê daran jî dibin û di zivistanê de dişewitînin.

Heyva Sor îsal 3 hezar tabela ji me re çêkirin. Me ji Zaxoyê heta Germiyanê li hemû zeviyên pêwîst tabela danîn lê li hinek cihan dîsa hatine rakirin.

Ev du caran zerer e, yek dizîna tabelayan e, ya din jî ji ber ku metirsî êdî nayê dîtin xelk li wan deran diçin û tên.”

Mistefa da zanîn ku bi taybetî di mehên adar, nîsan û gulanê xelk diçe geşt û seyranê bûyerên teqîna mayînan zêdetir dibin.

"Ji sedî 65ê zeviyên mayînkirî hatine paqijkirin"

Li gorî amarên Dezgeha Mayînan li Herêma Kurdistanê 776 kîlometre çargoşe erd mayînkirî bû.

Heta niha 572 kîlometre çargoşe ji mayîn û teqemeniyan hatiye paqijkirin û 196 kîlometre çargoşe maye û ango nêzîkî ji sedî 65ê rûberê mayînkirî hatiye paqijkirin.

Dezgehê di 10 mehên borî de nêzîkî 4 milyon metre çargoşe erd ji mayînan paqij kiriye.

Li gorî amarên Dezgeha Mayînan, ji sala 1992an heta niha 13 hezar û 606 kes ji ber mayînan an birîndar bûne an jî bûne astengdar.

Heta niha 5 hezar kes mirine û nêzîkî 8 hezar kes jî bûne astengdar.

Her wiha 36 karmendên Dezgeha Kar û Barên mayînan di dema kar de mirine û 65 kes jî bûne astengdar.

Mayînên li Herêma Kurdistanê

Herêma Kurdistanê yek ji wan welatane ku herî zêde mayîn di nav zeviyên wê de hene.

Li gorî rêxistinên navneteweyî yên taybet li ser mayînan raporan belav dikin piştî Angola û Efxanistanê Herêma Kurdistanê di rêza 3yem a cihanê de ye ku herî zêde mayîn lê hene.

Tê texmînkirin ku 10 heta 12 milyon mayîn li herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatine danîn.

Mayînên li Herêma Kurdistanê di serdema rejima Beisê ya Îraqê de li hemberî Pêşmergeyan hatibûn danîn.

Divê were gotin ku gelek mayînên ku rejima Beisê li herêma Raperînê danîne ew mayînin ku bikaranîna wan bi peymanên navneteweyî hatine qedexekirin.

Li aliyê din, di serdema şerê Îran û Îraqê de Îranê de bi milyonanan mayîn li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê hatine danîn.

DAIŞê jî piştî sala 2014an li herêma Mexmûr, Şingal û Giwêrê bi hezaran mayîn li nav zeviyên Herêma Kurdistanê danîne.