Armanca partiyên Kurdan kursiyên deverên Kurdistanî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Kurdan dixwazin kursiyên li herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bistînin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, xwedî hejmara herî zêde ya namzedan e û Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê jî xwedî hejmara herî kêm e.
PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li hinek deverên Kurdistanî lîsteyên wan ên serbixwe nînin lê namzedên wan di nav lîsteyên Ereban de hene.
Li Herêma Kurdistanê ji bo van hilbijartinan ti hevpeymanî nehatine avakirin.
Partî bi 8 lîsteyên cuda beşdar dibin ku bi giştî 483 namzedên wan hene.
Her wiha 8 namzedên serbixwe jî li parêzgehên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê hene ku piraniya wan li Silêmaniyê ne (4 namzed).
Ji 329 kursiyên Encumena Nûneran a Îraqê, 46 kursî ji bo Herêma Kurdistanê hatine veqetandin.
Hewlêr 16 kursî, Silêmanî û Helebce 18 kursî û Dihok jî 12 kursî ne.
Li deverên bi nakok PDK û YNK xwedî hejmara herî zêde ya namzedan in.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Nînowayê bi 61 namzedan beşdarî hilbijartinê dibe.
Li deverên Kurdistanî yên parêzgehên Selahedîn û Diyaleyê namzedên serbixwe yên PDKyê nînin lê di nav Hevpeymaniya Azimê de li her yekê ji wan parêzgehan namzedekî wê heye.
Li parêzgeha Nînovayê 32 namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hene û di çarçoveya “hevpeymaniyeke Sunî” de beşdar bûye.
Ew hevpeymanî ji sê partiyan û çend kesayetiyan pêk tê û 61 namzedên wê hene.
Li her yekê ji parêzgehên Kerkûk û Nînovayê 7 namzedên Tevgera Nifşê Nû û li Diyaleyê jî 4 namzedên wê hene.
Li her yekê ji parêzgehên Kerkûk û Diyaleyê 5 namzedên Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê hene.
Lîsteya "Eniya Gelê Me" cara yekem e ku beşdarî hilbijartinên Encumena Nûneran a Îraqê dibe û li Kerkûkê bi 5 namzedan beşdar e.
Li deverên nakok ti namzedên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê û Rewta Helwêstê nînin.
Dewra pêncem a Encumena Nûneran a Îraqê
Aliyên Kurdistanî di hilbijartinên dewra pêncem a Encumena Nûneran a Îraqê ya ku 10ê Çiriya Pêşîn a 2021ê hatibûn lidarxistin de 63 kursî bi dest xistibûn.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wekî serketiya yekem a hilbijartinê derketibû û 31 kursî bi dest xistibûn,ku 9 kursî li Nînovayê û 2 kursî jî li Kerkûkê bûn.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bûbû serketiya duyem a lîsteyên Kurdistanî û 18 kursî bi dest xistibûn.
Li pey wan jî Nifşê Nû 9 kursî, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 4 kursî û Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê jî kursiyek bi dest xistibû.
Dengên aliyên Kurdistanî yên li deverên nakok di hilbijartina 2021ê de:
Kerkûk:
PDK: 49,538 deng (2 kursî)
YNK: 54,606 deng (5 kursî)
Nînova:
PDK: 118,606 deng (8 kursî)
YNK: 26,316 deng (2 kursî)
Diyale:
PDK: 7,728 deng
YNK: 19,966 deng
Selahedîn:
PDK: 1,606 deng
YNK: 10,525 deng
Hejmara namzedên aliyên Kurdistanî ji bo hilbijartinên 2025an:
Ji bo hilbijartinên dewra şeşem a Encumena Nûneran a Îraqê, li Herêma Kurdistanê PDK û YNK xwedî hejmara herî zêde ya namzedan in.
PDK: Bi 175 namzedan beşdar dibe. Piraniya namzedên wê li Nînovayê ne (61 namzed).
YNK: Bi 155 namzedan beşdar dibe. Piraniya namzedên wê li Silêmaniyê (36) û Nînovayê (31) ne.
Nifşê Nû: Bi 43 namzedan beşdar dibe û piraniya wan li Silêmaniyê ne (12).
Yekgirtûya Îslamî: Bi 16 namzedan beşdar dibe û piraniya wan li Silêmaniyê ne (8).
Komela Dadgeriyê: Bi 14 namzedan beşdar dibe ku di nav lîsteyên Kurdistanî de hejmara herî kêm e.
Partiya Sosyal Demokrat: Bi 23 namzedan beşdar dibe.
Rewta Helwêstê: Cara yekem e beşdar dibe û 32 namzedên wê hene.
Eniya Gelê Me: Bi 25 namzedan beşdar dibe.
Dabeşkirina namzedan li gorî parêzgehan:
PDK:
Hewlêr: 30
Silêmanî: 36
Dihok: 22
Nînova: 61
Kerkûk: 24
Selahedîn: 1
Diyale: 1
YNK:
Silêmanî: 36
Hewlêr: 30
Nînova: 32
Diyale: 27
Kerkûk: 24
Dihok: 5
Selahedîn: 1
Nifşê Nû:
Silêmanî: 12
Hewlêr: 8
Kerkûk: 7
Nînova: 7
Dihok: 5
Diyale: 4
Rewta Helwêstê:
Silêmanî: 16
Hewlêr: 12
Dihok: 4
Eniya Gelê Me:
Silêmanî: 11
Dihok: 5
Kerkûk: 5
Hewlêr: 4
Partiya Sosyal Demokrat:
Dihok: 5
Diyale: 5
Kerkûk: 5
Hewlêr: 4
Silêmanî: 4
Yekgirtûya Îslamî:
Silêmanî: 8
Hewlêr: 4
Dihok: 4
Komela Dadgeriyê:
Hewlêr: 5
Silêmanî: 5
Dihok: 4
Serbixwe:
Silêmanî: 4
Hewlêr: 2
Dihok: 1
Kerkûk: 1